karwanê werzişa Îranê li lîstikên Asiyayê…اخبار به کوردی کُرمانجی می باشد

Secad Muradî nozdemîn medala zêr ji bo karwanê werzişa Îranê li Goangjoyê bidestxist





Secad Muradî werzişkarê beşa rev û bezê yê Îranê li pişka reva 800 metran li pêşbirkên beza Asiyayê li bajarê Goangjoyê medala zêr bidestxist.

Muradî 800 metrên hanê dema deqîqeyek û 45 saniye û sedî 45 saniyê da bezî û bû qehreman.

16-emîn dewra lîstikên Asiyayê ji 12 Novemberê va bi beşdariya zêde ji 10 hezar werzişkarên 45 welatan li bajarê Goangjo a Çînê destpê bûye û merasima kutabûna lîstikên hanê wê 27 Novemberê birêbikeve.

Karwanê werzişa komara Îslamiye Îranê heya niha 19 medalên zêr, 11 medalên zîv û 21 medalên tûnc bidest xistine û piştî Çîn, Koreya Başûr û Japoniya li rêza çaran de cih girtiye





Riza Yezdanî guleşgirê Îranê 18-emîn medala zêr a lîstikên Asiyayê li Goangjoyê ji bo karwanê werzişa Îranê bidestxist.


Riza Yezdanî îro li lîstika fînalê a guleşkirina azad pişka 96 Kg li Qurban Qurbanov reqîbê xwe yê Uzbekistanê bir û medala zêr a lîstikên Asiyayê bidestxist

.




Ehmedriza Talibiyan kelekvanê Îranê li pişka Kayak a hezr metran li Goangjoyê medala zêr bidesxist.

Piştî Talibiyan, Yao Pan ji Çînê medala zîv û kelekvanê japoniya û yê Qazaqistanê jî bi hev ra medala tûnc bidestxistin.

Şaho Nasirî jî li pişka keleka kano a yek-kesî li sinfa hezar metran a pêşbirkên kelekvaniya Goangjoyê medala zîv bidestxist.

16-emîn dewra lîstikên Asiyayê ji 12 Novemberê va bi beşdariya zêde ji 10 hezar werzişkarên 45 welatan li bajarê Goangjo a Çînê destpê bûye û merasima kutabûna lîstikên hanê wê 27 Novemberê birêbikeve.

Karwanê werzişa komara Îslamiye Îranê heya niha 17 medalên zêr, 11 medalên zîv û 19 medalên tûnc bidest xistine û li rêza çaran de cih girtiye.

پاسخی بگذارید

در پایین مشخصاتِ خود را پر کنید یا برایِ ورود رویِ نقشک‌ها کلیک کنید:

نشان‌وارهٔ WordPress.com

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری WordPress.com خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

عکس گوگل

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Google خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

تصویر توییتر

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Twitter خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

عکس فیسبوک

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Facebook خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

درحال اتصال به %s

%d وب‌نوشت‌نویس این را دوست دارند: