Roja zêrîn ya karwana werzişa Îranê li Goangjoyê


Karwanê werzişa Komara Îslamiye Îranê îro (çarşem) li roja dazdê ya leyîzên Asiyayê li Goangnjoyê, çar medalên zêr bidest xistin.

Bidest xistina du medalan li guleşa azad, medaleke zêr li avêtina dîskê û medaleke zêrîn li karatê, mewqiya karwanê werzîşa Îranê li bidestxistina medalên 16 –emîn dewra

lîstikên Asiyayê qahîm kir.

»Cemal Mîrzayî», gulêşgirê sinfa azade Îranê li pişka 84 kg ,ji gulûşkarekî Koreya Başûr bir û medala zêr bidestxist.

»Sadiq Gûderzî», golêşkarekî sinfa azade Îranê li pişka 74 kg jî ji reqîbê xwe yê Japoniyayê bir û medala zêr bidestxist.

»Mehdî Teqewî», gulEşgirê pişka 66 kg yê Îranê jî medala zîv ya leyîzên Asiyayê bidestxist.

Karwanê werzişa Îranê her wiha li pêşbirkên dîsk avêtinê medaleke zêr û medaleke zîv bidestxistin.

»Êhsan Hedadî» , endamê tîma netewiye dîsk avêtina Îranê jî medala zîr bidestxist.

Li pêşbirkên karatê jî Zebîhullah »Pûrşêyb», endamê tîma netewiye Îranê li pişka 84 kg ji reqîbê xwe yê Endoneziyayê bir û medala zêr bidest xist.

Karwanê werzişa Îranê niha bi 16 medalên zêr , 10 medalên zîv û 17 medalên tûnc piştî Çîn, Koreya Başûr û Japoniyayê li rêza çaran de cih girtiye.

1 پاسخ به “Roja zêrîn ya karwana werzişa Îranê li Goangjoyê

پاسخی بگذارید

در پایین مشخصاتِ خود را پر کنید یا برایِ ورود رویِ نقشک‌ها کلیک کنید:

نشان‌وارهٔ WordPress.com

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری WordPress.com خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

عکس گوگل

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Google خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

تصویر توییتر

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Twitter خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

عکس فیسبوک

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Facebook خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

درحال اتصال به %s

%d وب‌نوشت‌نویس این را دوست دارند: