Tîpên latînî û erebî : Kîjan baştir in?

Azad Makûyî

Peyva alfabe ji du tîpên destpêkîyên alfabeya Yûnanî ( alpha û beta ) tê ku ew bixwe jî rîşeya xwe ji alfabeya fînîqî werdigirin .

Alfabe komek nîşan û nimad in ku ji bo nîşandana dengên zimanekî bi awayê diyar û berçav tê bikar anîn .

Li bara alfabeya Kurdî du alîgir hene : Yên ku alîgirê tîpên erebî ( aramî ) ne û yên ku alfabeya latînî baştir dibînin .

Îro kes nikare tu zimanî nîşan bide ku tîpên wê û dengê ku ji gewrîya axêverên wê derdikeve ji sedî sed yek bin . Zimannasî ( ne zimanzanî, wekî ku gelek caran bi şaşî bikar tê, zimanzan : kesê ku yek an çend zimanan dizane ) îro bûye zanisteka pirr berfireh û îsbat kiriye ku hetanî awayê bilêvkirina du endamên malbatekê jî wekhev nîne .

Di zimannasîyê da zagona Aborîya Ziman heye ku wiha dibêje :

Divê ji her karê zimanî da,kêmtirîn hêz û xwerûtirîn rê bê hilbijartin .

Xwerûtirîn, di naveroka vê da ev jî heye : Her çiqasî hejmara tîpên alfabeya zimanekî zêde be, ewqasî astengîyên fêrbûna wî zimanî pirtir dibin . Îro hejmara tîpên alfabeya Kurdîya Kurmancî 31 e . Zagona navlêbirî heya radeyekê di alfabeya heyî ha cihê xwe girtiye .

Mînak :

Eger bi tîpên erebî ( aramî ) ku niha Soranî piranî bi wê tê nivîsîn peyva Ewr, Erd, Emer, …binivîsin, wiha dibe :

عه ور – عه رد – عه مه ر – …
Di awayê latînî da diyar nîne tîpên gewrîyê ne, lê di bilêvkirinê da di gewrîyê da tên bilêv kirin . Bi awayê erebî him di gewrîyê da tên bilêv kirin him jî di tîpan da diyar e .

Lê heman peyvan, bi tîpa latînî wiha dinivîsin :

Ewr, Erd, Emer

Yanê,nivîsa û bilêvkirina ewan yek nîne . Lê eger em bixwazin, tîpnivîsîya van peyvan ji tîpên latînî ber bi erebî ( aramî ) bikin, wiha dibe .

ئه ور –ئه رد – ئه مه ر – …

Eger Kurd bixawin ji bo nîşandana dengê rastîn ( heyî ) ji bo tîpa ع li ser E nîşanekê dînin ( wekî É,È,Ë,… ), wê demê divê hejmara tîpên Kurdî zêde be . Ji ber rastîya pêşketina teknolojîyê û vê yekê ku klaviye divê xwerûtir be, nivîsîna van peyvan di klaviye da rihet nîne .
Ev yek sa tîpa H jî durust e .

Alfabeya latînî û erebî : kîjan baştir e ?

Alîgirê her duyan jî hene . Piranîya alîgirên alfabeya erebî soranî-axêv û yên latînî jî kurmancê-axêv in .

Ez digel alfabeya latînî me û sebebên wê jî ev in :

1- Tîpên latînî digel teknolojîya îroyîn sazgartir in . Rastî ev e ku Internet roleka girîng di jiyana îroyîn da dilîze û di vê pêvajoyê da tîpên aramî nikarin baş bersivê bidin .

2- Zimanê înglîsî wekî zimanekî navneteweyî li her welatî li perwerdeyê da heye û loma jî her kes tîpên latînî fêr dibin, lê tenê di welatên erebî û hin (ne gişt) welatên misilman da tîpên erebî tên hîn kirin . Rastî ev e ku piranîya Kurmancan li Bakûr in û li pergala perwerdehîya ewan da tîpên erebî tuneye . Ji bo Kurdên li welatên Sovyeta berê jî hînbûna tîpên erebî karekî sade nîne .

3- Di tîpên erebî da hin deng nayên nivîsîn . Ev kêmasîyeka mezin e û pirrî caran dikare wateya peyvan jî biguhurîne . Tîpa ( I,i ) di awayê erebî da nayê nivîsîn .

Mînak :

كه تن – ئستاندن – كرن – خواندن – …

Ketin,standin,kirin,xwandin,… / Ketn,standn,xwendn, …

Wekî dibînin, tîpa ( I,i ) di awayê erebî da tuneye û ez kîmasîyeka mezin e .

4- Di tîpa latînî da mirov dikare bi hêsanî navên taybet ( kes,bajar,erdnigarî,… ) diyar bike, lê ev yek di tîpên aramî da pêk nayê .Tîpa gir û piçûk diyar nîne .

Mînak :

Ew Azad e . ( His name is Azad / Navê wî Azad e ) .
Ew azad e . ( He is free / Ew azad e, serbest e, ne girtî ye,..)

ئه و ئازاده .

Li vir da mirov nizane mebesta nivîskarê vê hevokê çi ye . Ka navê wî Azad e yan ew azad û serbest e . Hin mînakên din wek ya jorê :

ئه ز بێريڤانم . Ez Bêrîvan im . / Ez bêrîvan im .

Her du jî dibin, mirov gêj dimîne ka mebest kîjan e .

5- Bi tîpên aramî mirov nikare hin lêkeran li gor zagonên rêzimana Kurdî durust binivîse ( cihê bike ) .

Mînak : Hewa sar e . Tu baş î . Em Kurd in .

Wekî dibînin, li gor rêzimana Kurdî divê awayê kesandî ( tewandîyê ) lêkera Bûn cihê bê nivîsîn, lê bi tîpên aramî ( wek lêker ) ji hevdu cihê nayên nivîsîn û renge wateyê jî biguhurîne . Heman mînak bi tîpên aramî :

هه وا ساره . تو باشي . ئه م كوردن .

Mirov dikare hevoka duduyan bi du awayan bixwîne û dikare du wateyan jî bide . ( Tu baş î . / Tu başî – yanê qet tu başî û qencî na .)

6- Tîpên ( U,Û ) di gelek peyvan da ji hevdu diyar nînin .

Mînak :

كورد و كوردستان Kurd û Kurdistan

Ya yekem û sêyem U ye û ya duduyan jî Û ye, lê di nivîsê da diyar nîne . Divê mirov bixwe têbigihê .

7- Bi tîpên aramî mirov nikare navên malper,blog, … Kurdî vebike .

Mînak : rizgari.com رزگاري.كۆم

8- Di alfabeya aramî da mirov nikare rader ( infinitive ) û lêker ( verb ) ji hevdu diyar bike lê bi tîpên latînî ev yek pirr sade ye .

Mînak : Hîn bûn ( to learn ) Hînbûn ( learning ) هين بوون

Ev her du awa bi tîpên aramî wekhev in û tenê bi awayekî tên nivîsîn .

9- Kurd nikare xwe ji zanistê bê par bihêle . Navên zanistî bi tîpên aramî nayên nivîsîn û ereb,fars,urdû jî ji bo vê yekê tîpên latînî bi kar tînin .

Mînak :

H2o هاش دو ئۆ O3 ئۆ سه

10- Bi tîpên aramî mirov nikare herdem kurtnivîsî bike .

Mînak :

Yekîtîya Avrûpa (YA) / Dewletên Yekbûyêyên Amerîkayê ( DYA ),…
Kurtnivîsîya van peyvan bi tîpên aramî nayên nivîsîn û divê peyv bi giştî bê nivîsîn :

يه كيتييا ئاڤرووپا / ده و له تێن يه كبووييێن ئامه ريكايێ …

Azad Makûyî , 19.07.2011
…………………………………….
azad_maku@yahoo.com

پاسخی بگذارید

در پایین مشخصاتِ خود را پر کنید یا برایِ ورود رویِ نقشک‌ها کلیک کنید:

نشان‌وارهٔ WordPress.com

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری WordPress.com خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

عکس گوگل

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Google خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

تصویر توییتر

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Twitter خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

عکس فیسبوک

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Facebook خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

درحال اتصال به %s

%d وب‌نوشت‌نویس این را دوست دارند: