Helbestvan û nivîskarê Kurdê Xorasanê yê girtî di rewşeke xirab a tendurustiyê de ye

Kurdpa:

Elîriza Sipahî Layîn

Elîriza Sipahî Layîn

Helbestvan û nivîskarê Kurdê Xorasanê Elîriza Sipahî Layîn, ku roja 30ê tîrmeha 2011an li bajarê Meşhedê ji aliyê hêzên ‘Îtilat’ a Sipaha Pasdaran ve hat binçavkirin, niha di rewşeke xirab ya cesteyî de ye.

Li gor agahiyên ku gihane Ajansa Kudpa, Elîriza Sipahî Layîn bi tometa hevkarîkirin ligel yek ji partiyên Kurdî yên dijberî hikûmetê hatiye binçavkirin û piştre ji bo girtîgeha ‘Îtilaat’ a bajarê Meşhedê hatiye şandin.

Navbirî ku nexweşiya şekir (diyabet) heye, di hepsa Îdareya ‘Îtilaat’ a Meşhedê de bi xurtî hatiye îşkencekirin, êşandin û niha tendurustiya wî pir xirab e.

Ligel hewldanên berfireh ên malbata wî, heya niha hêzên ewlekariya Meşhedê agahiyek hûr û durist derbarê rewşa Elîriza Sipahî Layîn nedayine kes û arên wî û bersiva wan jî nadin.

Di dema binçavkirina navbirî de, hêzên ewlekariyê pişt lêgerîna berfireh a mala wî, komputer û pirtûkên şexsî yên Elîriza Sipahî Layîn jî bi xwe re birine û niha di destê wan de ye.

Elîriza Sipahî Layîn, Kurdê Bakurê Xorasanê ye ku gelek berhemên wêjeyî û çandî bi zimanên Kurdî û Farisî berhev kirine û li ser helbest û wêjeya Kurdî ya Kurdên Xorasanê mijûlê vekolînan e.

Berhemên navbirî yên herî giring ev in: ‘Evîn bi me nalîze’, ‘Ez ji rojê hez dikim’, ‘Di bin dara gêlasê de’ û çend berhemên din yên bêhempa…

Elîriza Sipahî Layîn, helbestvan û nivîskarê Kurdê Xorasanê, karmendê Zanîngeha Meşhedê ye û zêdeyî bîst sal dibe mijûlê çalakiyên kultûrî û ronamevaniyê ye û di nav Kurdên Xorasanê de yek ji kesayetiyên naskirî ye.

پاسخی بگذارید

در پایین مشخصاتِ خود را پر کنید یا برایِ ورود رویِ نقشک‌ها کلیک کنید:

نشان‌وارهٔ WordPress.com

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری WordPress.com خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

عکس گوگل

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Google خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

تصویر توییتر

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Twitter خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

عکس فیسبوک

شما در حال بیان دیدگاه با حساب کاربری Facebook خود هستید. بیرون رفتن /  تغییر )

درحال اتصال به %s

%d وب‌نوشت‌نویس این را دوست دارند: